Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: Em ji dil pîrozbahiyê li Nadiya Murad dikin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber wergirtina xelata Nobel a Aştiyê, di peyamekê de pîrozbayî li keça Kurda Êzidî Nadiya Murad kir û dibêje, “ev xelat tenê bo kesekî nîne, lê belê bo xweragirî û qurbaniyên Êzidyan û tevahiya gelê Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe ya pîrozbayiyê ya bo Nadiya Murad de ragihandiye: “Bi helkevta bidestxistina Xelata Nobel a Aştiyê, ji dil ve em pîrozbahiyê li xatûn Nadiya Murad dikin, her weke ku hertim kar û çalakiyên wê cihê şanazî û kêfxweşia me bûn, dayîna Xelata Nobel a Aştiyê bi xatûn Nadiyayê jî cihê şanazî û kêfxweşiya me û hemû xelkê Kurdistanê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha hêvî dike, ku “ev xelat ji ber wan hemû êş û azarên ku hatine serê wê û malbata wê, hinek dilê xatûn Nadiyayê aram bike, herwiha dilê xûşk û birayên Êzidî jî ji ber wê karesata ku hate serê wan, aram bike, çimku ev xelat tenê bo kesekê nîne, belku ji bo xeragirî û qurbaniyên Êzidyan û tevahiya gelê Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de dibêje: “Xatûn Nadiya Murad ku sembola qurbaniyên Êzidî û rûbirûbûna terorê û hilgirê peyama aştî û mirovatiyê ye di cîhanê de, hertim di kar û çalakiyên wê yên mirovî de, piştgiriya me ya temam pê re bûye û dê bibe jî. Em hêviya serkevtinê jê re dixwazin û careke din pîrozbahiyê li wê dikin.”