Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in Adil Ebdulmehdî pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bike

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî civiyan û di wê hevdêtinê de Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku berbijêrê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî karibe bilez kêşe û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.

Îro 4-10-2018 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amîrî civînek pêk anî û di civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmetê hatin gotûbêjkirin û herwiha hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser abendbûn bi destûrê û rêzgirtin li mafên pêkhateyahan hatiye kirin.

Ji aliyê xwe ve Hadî Amirî pîrozbahî li PDKê kir ji ber serkeftina wê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û hêvî xwest ku ev serkeftin pêngaveke bi bandor be ji bo pêşxistina rewşê.

Mesrûr Barzanî di derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragihand ku pêwîstî bi şeraket û hevsengî heye û daxwaz kir ku Hadî Amîrî li ser vê binemayê roleke karîger bigire.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di derbarê raspartina pêkanîna kabîneya nû bo Adil Ebdulmehdî ragihand ku ew hêvîdar in hemû hewl û xebat ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda bên kirin û herwiha kar bike bo dabînkirina xizmetgûzarî û başkirina jiyana welatiyên Iraqê.