Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Di avakirina hikûmeta Iraqê de serkeftinê ji Ebdulmehdî re dixwazim

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro di pêwendiyeke telefonî de bi berbijêrê erkdarkirî yê serokwezîriya Iraqê, Adil Ebdulmehdî re kir û tevî gotûbêja li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, hêviya serkevtinê ji wî re xwast.

Îro Pêncşema (04.10.2018) Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê peywendî bi berbijêrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Adil Ebdulmehdî re kir.

Di wê pêwendiya telefonî de Serok Barzanî, Adil Ebdulmehdî wek xebatgêrekî dêrîn û dostê gelê Kurdistanê wesif kiriye.

Herwiha Serok Barzanî gotiye, ew ji wê yekê piştrast e ku Adil Ebdulmehdî herdem berjewendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li ber çav digire û piştevaniya xwe jî bo hewldanên wî yên bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqa Federal ragihand û serkevtin ji wî re xwest.