Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî: Encam diyar bibin emê dest bi gotûbêjên avakirina hikûmetê bikin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî ragihand, piştî ragihandina encamên fermî yên hilbijartinê, rasterast dest bi guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê John Wilkes û şanda pê re kir.

Di çarçova civînê de, ji bilî çawaniya baştirkirina pêwendiyên Herêm û Brîtayayê, pêşhatên siyasî yên Iraqê hatin guftûgokirin û her du aliyan bi girîngîpêdan guftûgo li ser aramiya Herêma Kurdistanê kirin.

Di wê derbarê de, Mesrûr Barzanî pêşwazî li piştevaniya Brîtanyayê derbarê pêngavên çaksaziyê di warên aborî, ewlehî û dadweriyê de kir.

Derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje bi wê da, ku tê pêşbînîkirin bi ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartinê ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê ve, guftûgoyên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bike.