Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Yekîtiya Ewropa: Emê wek piştevanê bihêz ê Kurdistanê bimînin

 

Hewlêr-KDP.info- Yekîtiya Ewropayê ragihand ku hilbijartinê derfetek pêk anî, ku xelk mafên xwe yên demokratîk bikar bîne û ew dê li gel hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin û dê wek piştevanê bihêz ê Kurdistanê bimînin.

Piştî birêveçûna proseya hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku ew dê li gel hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bikin û piştevaniya wê dikin.

Yekîtiya Ewropayê desnîşan kir, ku vê hilbijartinê derfetek pêk anî, ku xelk mafên xwe yên demokratîk bikar bîne.

Yekîtiyê di daxuyaniyê de got, ya girîng ew e, ku hilbijartin bi şêweyekî rêkxistinî û aştiyane birêve çûbe û pêwîste encamên hilbijartinê ji aliyê hemû partiyan ve were pesendkirin.

YE da xuyakirin, ku ew wek hevbeş û piştevanekî bihêz ê Herêma Kurdistanê dimîne û dê li gel hikumeta nû ya Herêma Kurdistanê kar bike.