Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Hêmin Hewramî: PDKê 40 kursî derbas kiriye

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, Hêmin Hewramî ragihand, PDKê encameke baş bi dest xistiye û hejmara kursiyên xwe ji 40 kursiyan derbas kiriye.

Hêmin Hewramî di peyamekê de li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de dibêje, PDKê di hilbijartinên gera pêncem a parlamentoya Kurdistanê de serkevtin bi dest xistiye.

Hêmin Hewramî spasiya spasiya alîgir, cemawer û dengderên partiya xwe dike û dibêje: “Weke berbijêrê hejmar yek û serokê lîsta PDKê, we baweriyeke gelek mezin da min û li pêşberî yar û neyarên PDKê de we em serbilind û serfiraz kirin.”

Hêmin Hewramî pîrozbayiyê li Serok Mesûd Barzanî û kadrû û alîgir û camwerê PDKê dike û serkevtina PDKê di hilbijartinên vê carê de weke serkevtina Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Serkevtina lîsta 183 bi dengekeî zêde û hêja, li gorî ecamên nefermî PDKê benda 4o kursiyên nav parlamentoyê derbas kiriye û bi piştevaniya xwedayê mezin, encameke baş hatiye bidestxistin. Ji dil ve gelek spasiya cemawerê serbilind ê PDKê li seranserê Kurdistanê dikim, ku weke kandîdê hejmar yek û serokê lîsta PDKê, we baweriyeke gelek mezin da min û li pêşberî yar û neyarên PDKê, we em serbilind û serfiraz kirin. Bi piştevaniya xwedayê mezin, piştre em dê hûrgiliyên hejmara dengan li tevahiya navçeyên cuda yên Kurdistanê belav bikin.”

Serokê Lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê herwiha di peyama xwe de spasiya Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê û hêzên ewlekariyê dike û dibêje: “Ez dixwazim gelek spasiya Komîsyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan bikim, ku tevî hinek kêmasiyan, bi awayekê serkevtî û pîşeyî karûbarên xwe birêve birin. Gelek gelek spasiya ezîzên welat, hêzên ewlekariyê jî dikim, ku aramî û tenahiya proseyê parastin. Gelek spas bo aliyên siyasî yên birêz jî ku beşdarî hilbijartinan bûn û pêkve serkevtina Kurdistanê tomar kirin û îradeya gelê me serxistin.”