Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di derbarê bidawîbûna proseya hilbijartinê de daxuyaniyek belav kir û dibêje, li beramberî hemû kêmasî û têbiniyên di proseyeke vê cûreyê de rûdidin, ceribandina gelê Kurdistanê ev pêvajo jî bi serkevtî derbas kir.
Mehmûd Mihemed di daxuyaniya xwe de ji bo Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê, hemû aliyên peywendîdar, beşdariya hemwelatiyan û cemawera PDKê spasiya xwe pêşkeş kir û got: “Giliyên me yên li ser ew nelirêtî û berovajî giştî li hinek derên wê bi rêya xwe ya usûlî tomar kiriye û em li pey wan diçin.”
Berdevkê PDKê gotinên Berdevkê YNKê wek daxuyaniyek hestyarî, bêwext û bêpersiyar binav kir û anî ziman, ku wê daxuyaniyê ew matmayî hiştiye.
Mehmûd Mihemed got: “Helwestgirtin û sergergirtina li Koyê proseyek û tohmetkirinek bêbingeh û proseya şerfirotinê ye li hemberî her parêzgehên Hewlêr û Duhokê.”
Mihemed bal kişand ser, ku ew tohmet û şêwaza berdevkê YNKê di nav partiya xwe de jî cih nedîtiye û ji bo wê hat sererastkirine û û got, hêvî dikim ev yek ji bo bertekê li hemberî rêkarê tund û rênîşanê hûrgiliyên komîsyonê, ku mecala nelirêtî û sixtekariyên berfireh e, veneke.”