Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK, Goran, Komel û Yekgirtû: YNK li bajarê Koye sextekariyeke mezin kiriye

 

Hewlêr-KDP.info- PDK û Goran û Komel û Yekgirtû ji ber sextekariyêm YNKê û binpêkirinên wê ji proseya hilbijartinan re li bajarê Koye, hilbijartinên wî bajerokî qebûl nakin.

Di kongreke rojnamevanî de nûnerên herçar aliyên siyasî tekez kirin ku sextekariyeke mezin li Koye hatiye kirin û ew encamên hilbijartinan li Koye qebûl nakin.

Ew herçar partiyên siyasî dibêjin, berpirsên YNKê derbasî nava navendên dengdanê dibin û guvaşê li xelkê dikin û ew navend kirine serbazgehên leşkerî. Herwiha ew berpirsên YNKê mercên komîsyona hilbijartina cîbicî nakin û ew li dijî YNKê gilî bikin.