Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî: PDK nayê şikandin û qet nakeve..PDK nasnameya miletekî qehreman e

 

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî karnevaleke cemawerî ya berfereh li Hewlêrê bo piştevanîkirina li lîsta PDKê bo hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê birêve çû û tê de Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: “PDK nayê şikandin û qet nakeve. PDK nasnameya miletekî têkoşer û qehreman e.”

Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û got: “Destpêkê dixwazim spasiya cemawerê Kurdistanê li hemû bajar û bajarokan bikim bo piştevaniya wan, ku bûne sedema serkeftinê di dîroka nû ya Kurdistanê de. Hêvîdar in ev cemawer roja dengdanê bi reng, aheng û xweşî binkeyên dengdanê bixemilînin.”

Herwiha got: We di hilbijartinên 12ê Gulanê de careke din piştevaniya xwe ji PDKê re nîşan da, du rojên din em dilniya ku hûn ji wê zêdetir bibin xwedî û piştevanê Partiya Demokrat a Kurdistanê û deng bidin lîsta 183.

Got jî: Bi taqîkirin derket ku hûn û PDKê du rûyên yek diravê ne, ti rûyek bê yê din nabe. Hûn pişt û piştevanê PDKê ne, ji ber wê hezaran rûpelên dîrokê derxistiye ku yek pênaseya PDKê heye, ew jî parêzerê Kurdistanê û gelê qehreman e, ji ber wê hûn îro deng didin lîsta 183, hûn ji wê dilniya ne ku we dengê xwe daye xwe, daye Kurdistan û navê şehîdan.

Cîgirê Serokê PDKê ragihand, Hûn dizanin ku em PDKê bi xebata berdewam û bi xwîna şehîdên nemir pêşgeng in, ti kes li pişt me nebû ji bilî we. Hûn her dem pişt û piştevanê PDKê bûn. PDK nayê şikandin û qet nakeve. PDK nasnameya miletekî têkoşer û qehreman e.

Nêçîrvan Barzanî li dawiyê jî got: “Diyar û aşkere ye her çend nehezan dixwastin PDKê bişikînin, PDK nayê şikandin, ji ber yek sedemê, ji ber ku em ne partiyek in wek partiyeke din in destkirdê rewş û derfetên nişkivayî bûn. PDK wek darê berû ye li çiyayên Kurdistanê bilind dibe. Em dilniya ne ku dengê we tenê ji lîsta 183 ê PDKê re ye.”