Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Mike Pompeo proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Bexdayê peywendiyeke telefonî encam dan û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Êvara Şemiyê (22-09-2018) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiya telefonî de pêşhatên rewşa siyasî û siberoja proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û li ser hilbijartinên desteya serokatiya Parlementoya Iraqê û hewldanên ji bo hilbijartina serokomarî û kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê axivîn.

Herdu aliyan tekezî li ser siftkirina hewldanan ji bo serxistin û pêşvebirina proseya siyasî ya Iraqê kirin û hêvî xwestin ku qonaxa dahatû ya Iraqê, qonaxa seqamgîriya siyasî û ewlehiyê be û hikûmet û desthilata nû ya Iraqê rengdana daxwaz û mafên hemû pêkhateyên Iraqê be.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bal kişandiye ser giringiya rola çalak û berçav a Herêma Kurdistanê di beşdariya proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna her sê serokatiyên welat.

Herwiha gotûbêjkirina peywendiyên Amerîkayê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhat û pêşveçûna herî dawî yên Iraqê û herêmê, beşeke din a mijarên peywendiya telefonî ya navbera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû.