Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Hekîm li Bexdayê civiyan

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Bexda ligel Serokê Şepêla El-Hikme Emar Hekîm civiya û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Îro 22-9-2018 danê êvarê Nêçîrvan Barzanî gihîşt Bexdayê û li wir ligel Serokê Şepêla El-Hikme Emar Hekîm civiya.

Di wê hevdîtinê de herdû aliyan proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin û hêvî xwestin ku qonaxên bê qonaxên aramî û pêşkeftina welat be ji hemû aliyan ve û proseyeke siyasî û rast û serkeftî birêve biçe, ku pirsgirêkên Iraqê ji aliyê vegerandina aramiyê û pêşkeşkirina xizmetan û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li gorî destûrê Iraqê, lixwe bigre.

Herdû aliyan tekezî kirin li ser prensîpên hevsengî û tifaq û hevbeşiya rastî li Iraqê. Herwiha tekez kirin ser wê yekê ku pêwîst e hevkarî û hevahengî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de hebe, bi awayekî ku hemû xwe di proseya siyasî û birêvebirina Iraqê de bibînin.