Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û serokê Parlamentoya Iraqê: Hevbeşî û tewafuq û hevsengî

 


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kir li ser prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiyê li Iraqê.


Îro Şemiya 22.09.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed El Hilbûsî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û şandekî li gel kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhat û guhertinên dawî yên li hevkêşeyên di nav proseya siyasî ya Iraqê de gotûbêj kirin.

Herwiha behsa hewlên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Her di vê civînê de herdû alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e hemû aliyek pêbendî tewqîtên destûrî be di proseya siyasî ya Iraqê de. Herwiha tekez jî kirin li ser pêbendbûna bi her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiya di navbera pêkhatan de di proseya hukimraniyê de.