Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya serokê Parlamentoya Iraqê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî kir.

Di civînekê de danûstandin li ser pêşhate û guhertinên Iraqê, herwiha pêwîstiya beşdariya hemû pêkateyên Iraqê di dirustkirina biryaran û dûpatî li ser piransîbên hevbeş û hevsengî û tewafiq di rêveberiya hemû dezgehên welat de at kirin.

Herwiha di cîvînê de jî Mesrûr Barzanî pîrozbaiya xwe gihande Mihemed Helbûsî bi helkefta destnîşankirina wî weke serokê nû yê Parlamentoya Iraqê û hêviya serkeftinê jêre xwest û piştgiriya xwe jê re nîşan da.

Ji aliyê xwe ve Serokê parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî sipasiya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo pêşwaziya wî jêre û tekezî li ser wê yekê kir ku, pêwîst e hemû frakisyon bo derkirina yasayan bi hev re kar bikin û bê cudahî xizmeta hemû pêkhateyên Iraqê were kirin.