Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî bo parlamenterên PDKê: Li Bexda pêbendî armancên gelê Kurdistanê bin

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona PDK li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de daxwaz ji wan kir ku li Bexda pêbendî armancên stratejîk ên gelê Kurdistanê bin.
Îro Şemiya 22.09.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.

Di destpêka vê civînê de Dr Beşîr Xelîl Heddad Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi kurtî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û hevkêşeyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê û kar û çalakiyên Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo Serok Barzanî diyar kir.

Her di vê civînê de Serok Barzanî di gotara xwe de destxweşî û pîrozbahiyê li Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê kir û ronahî jî xiste li ser girîngiya hilbijartinên Iraqê û serkeftina Lîsta PDK li vê hilbijartinê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîst e fraksiyona PDK mînakeke bilind a akara siyasî bê û pêbend bin bi armancên stratejîk ên gelê Kurdistanê ku armanca stratejiya Partiya Demokrata Kurdistanê ne jî.

Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi têr û tije wan sedeman behs kir ku li qonaxa derbasbûyî da bûne sedema binpêkirina destûr û rêkkeftinan û nemana şeraket û serhildana kêşeyan.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser referandûm û rûdanên piştî referandûmê wê yekê dûpatkir ku hemwelatiyên Iraqê li vê hilbijartinê da wan dem û çavan siza da ku bi nêrîneke şoveniyane temaşa gelê Kurdistanê dikirin û dijayetiya mafên xelkê Kurdistanê dikirin.

Serok Barzanî balkişand li ser bihayên bilindên xebata gelê Kurdistanê kir ku tu demekî hêvî ji bo toqandin û karê terorê nebiriye û pêkvejiyanê parastiye û hîç demek jî rê nedaye ku nakokiya gelê Kurdistanê li gel hikûmetên Iraqê bibê nakokiya di navbera neteweyan. Her ji bo vê yekê da zanîn ku kûrtirkirina pêkvejiyanê yek ji erkên fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê ye li Encûmena Nûnerên Iraqê da.

Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pabendbûna bi her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiya di navbera pêkhatan li hukimraniyê de gelek kêşeyan çareser dike.