Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îtalya: Alîkariyên me bo Pêşmerge dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî û şandeke leşkerî ya Îtalyayê civiya û di wê hevdîtinê de şanda Îtalya got ku ewê hevkariyên xwe bo Hêzên Pêşmerge bidomînin.

Îro 19-9-2018 Şiwêrmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Îtalya bi Serokatiya Fermandarên hêzên Îtalya yên li Iraqê Nicola Terzano kir.

Di civînê de Mesrûr Barzanî û Nicola Terzano behsa pêşhatên leşkerî û mekanîzma nû ya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge hate kirin û di vê derbarê de Mesrûr Barzanî spasiya hikûmeta Îtalya û hêzên hevpeyman kir ku hevkarî û piştîvaniya leşkerî pêşkêşî hêzên pêşmerge kirine bi taybetî di warê perwerde kirina hêzên pêşmerge de.

Mesrûr Barzanî behsa ji nûve organîze kirin û bernameya reform û yek xistina lîwa û yekîneyên ser bi wezareta Pêşmerge kir.

Her di civînê de Nicola Terzano behsa çalakiyên hêzên xwe kir û ragihand ku ew weke hikûmeta Îtalyayê li ser bernameya perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bi şêwazên nû û pêşkeftî berdewam dibin. Nav hatî ew yek jî diyar kir ku ji bilî perwerdekirinê hevdem di warê dabînkirina amûr û pêdiviyên din ên leşkerî de jî hevkariyên me ji bo Pêşmerge berdewam dibin.