Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fazil Mîranî: PDK tê wateya partiya dewletê..Me Kurdistan parast

Şeqlawe-KDP.info- Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, Fazil Mîranî ragihand PDK tê wateya partiya dewletê û PDK Kurdistan parast û eger ne ji PDKê ba dê niha Kurdistan di bin destê Hikûmeta Iraqê de ba.

Fazil Mîranî îro tevlî kempîna bangeşeya PDKê ya li Şeqlawe bû û di gotarekê de ragihand: “PDK cudahiyê naxe navbera pêkhateyên Kurdistanê û PDK partiya yekem bû ku êzîdiyek û jinek kir dadwer. PDK ye ku pêngavan ber bi pêşkeftin û pêkvejiyanê davêje. PDK tê wateya partiya dewletê, ne tenê partiya neteweyekê ye. Me Kurdistan parast û Sihêla û Pirdê şahidê me ne. Me êrîşa Iraqê rawestand û eger ne ji me ba dê niha Kurdistan di bin destê Hikûmeta Iraqê de ba.”

de amaje bi rexneyên YNKê yên li hember hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDKê kir û ragihand: “Em dibihîsin, ku berpirsên bilind ên vê partiyê derbarê me û hikûmetê de bi xirabî diaxivin. Ji me re gelek nexweş e, ku em wan tiştan ji berpirsên payebilind ên vê partiyê dibihîsin, lewma ji niha pê ve gotinekê li ser me bikin, sed gotinên me jî bo wan hene.”

Mîranî got: “YNK dibêje çiyê we heye? Em niha xwediyê Kurdistanê ne Ji ber ku me Kurdistan parastiye. Hinek dibêjin bila PDK biçûk bibe, em nikarin li hember van gotinan bêdeng bikin. Ew jî dibêjim me Kurdistan parastiya lê ew bixwe bûn ku Kurdistan dane destê biyaniyan.”

Sekreterê Polîtbûroya PDKê da xuyakirin, ku ew kesên rexneyê li wan digrin wan bi bûyera 31ê Tabaxa 1996ê tometbar dikin û got: “Baş e 16ê Cotmehê yê kengî bû? Bila ji we re bêjim, di 31ê Tebaxê de me Hewlêr ji destê YNKê derxist û niha Hewlêr di destê Kurdistanê de ye û yê me ye. Ez pirs dikim; wan Kerkûk dane kî? Belê niha di destê Heşda Şeibî de ye û hêzên Iraqê de ye. Ew bixwe jî bêpar man. Kerkûk jî wenda kirin. Lewma bila devê xwe bigrin û careke din li ser PDKê neaxivin.”

Di berdewma axaftina xwe de Fazil Mîranî da xuyakirin: “Em dibihîsin yek ji wan dibêje tiştên hikûmeta Kurdistanê kirine tev yên min in. Ez jî dipirsim; dema hikûmeta Herêma Kurdistanê hate avakirin tu li kuderê bûyî? Tiştek heye, eger Mesûd Barzanî û pêşmerge nebaya niha hêzên iraqî li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê bûn. Eger dîplomasiya serkeftî ya Nêçîrvan Barzanî nebaya, niha tiştek bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî nedima.”

Mîranî herwiha gotinên xwe tundtir kir û diyar kir: “Hinek bi minneta PDK û Nêçîrvan Barzanîgihiştine wê pile û payeyê lê niha bi coreke din diaxivin. Lewma li vir ragirin, eger gotineke wan hebe dê me sed gotin hebin.”