Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PDK berbijêrê xwe ji bo kursiyê serokomar eşkere dike

 

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî PDKê ragihand ku di çend rojên bê de ewê berbijêrên xwe ji bo kursiyê serokmarê Iraqê eşkere bikin, ji ber ku ew kursî ji mafê PDKê ye.

Duhî Parlamenterê PDKê Dr. Beşîr kursiyê cîgirê duyem ê serokê Parlamentoya Iraqê wergirt. Herwiha biryar e roja Sêşema bê kesek ji bo serokmarê Iraqê jî bê hilbijartin, ku ew kursî ji mafê Kurdan e û çend partiyên siyasî yên Kurdistanê berbijêrên xwe ji bo wî kursî amade kirine, lê PDK dibîne ku ew kursî ji mafê wê ye, ji ber ku PDK dengê herî zêde di hilbijartinan de bidestve aniye.

Berpirsê Pêwendiyên Niştimanî yên PDKê Elî Husên derbarê wê mijarê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew kursî hatiye yekalîkirin ku ji Kurdan re ye. Gelek caran li Bexdayê hinek kursî ji mafê me bûne, lê me dane partiyên Kurdistanî, lê niha ji ber rewşa Iraq û Kurdistan û navçeyê, herwiha ji ber ku em partiya yekem bûn di hilbijartinan de, em dibînin ku kursiyê serokomar ji mafê PDKê ye.”

Elî Husên red dike ku PDK û YNKê li ser wî kursî lihev kiribin ku ew kursî ji YNKê re be. Herwiha red jî dike ku herdû alî li ser ti kursiyeke din li Bexdayê rêkeftin kiribûn.

Husên diyar kir ku, di çend rojên bê de PDK dê berbijêrên xwe ji bo kursiyê serokomar eşkere bike û ew kursî ji mafê PDKê ye.