Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em dev ji nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê bernadin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro li gel hijmareke zêde ji rî.uwspî, mezin û kadroyên Encumena Serkirdatiya PDKê ya li Kerkûk û Gerimiyanê civiya û di wê civînê de got: “Em dev ji nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê bernadin.”

Di civînê de Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Me beriya niha çend caran diyar kiriye ku lazime Kerkûk bibe mînaka bihevre jiyanê bo tevahiya pêkhateyan û di warê îdare kirinê de jî pêwîst e Kurd gelek bexişende be û dev ji parên xwe berde daku pêkhateyên din jî bibin xwedan post anjî par, û niha jî em her li ser heman hizirên e û tekez dikin ku Kerkûkê bajarê bihevrejiyana aştiyane ye bo tevahiya pêkhateyan.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Em bi ti awayî dev ji nasnameya Kurdistanî bûna Kerkûkê ber nadin û pêwîst e rewşa niha ya li Kerkûk û derdorê û tevahiya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê li gor madeya 140 ya destûra bingehîn ya Iraqê were normalkirin û nabe dagîrkirina Kerkûkê bibe emrê waqi.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa binpêkirina destûrê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di nava çend salên derbasbûyî de kir û balkêşande ser biryara gelê Kurdistanê bo referandumê û bûyerên piştî referandumê û êrîşên piştî referandumê.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku devera Gerimiyanê di warê qurbanî danê de bi dirêjahiya têkoşîna rizgarî ya gelê Kurdistanê qurbanî daye û xuşik û birayên me li wan deveran gelek rastî eşkence û zilmê hatine.

Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de behsa rewşa siyasî ya Kurdistan û Iraqê jî kir û balkêşande ser hilbijartinên meha 5an ya parlementoya Iraqê û diyar kir ku her çend neyar û nehez wisa hizir dikirin ku PDK vê jiber wan zextên siyasî û abûrî were jinavbirin û rastî şikestê bibe, lê jiber fedakarî û xebata kadro û xelkê, PDK karî ku li ser astê Kurdistan û Iraqê weke hiz bibe yekem hizb.

Serok Barzanî herwiha behsa danûstandinên navbera aliyên siyasî yên Iraqê yên bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî kir û diyar kir ku me sê pirensîbên serekî destnîşan kirine û em li ser vê yekê ku nabe hikmeke takekesî hebe biîsrarin û bo ku şaştiyên berê neyên dubare kirin lazime hikûmeta nû li ser esasê sê pirensîban were avakirin ku ev jî şeraket (hevparî) rastîn, tevafoq (lihevkirin) û hevsengî ne.