Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Brett Mcgurk çend mijar gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka Brett Mcgurk kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan behsa hewlên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê û proseya hilbijartinên Kurdistanê kirin

Îro Pêncşema 13.09.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê kir.

Di hevdîtinê de ku Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê amade bû, her dû aliyan di derbarê hewlên dawî yên ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê û rûniştina 15 ê vê mehê ya Parlamentoya Iraqê de gotûbêj kirin.

Her wiha di vê civînê de behsa proseya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê kirin û tekez jî li ser hevahengiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li berdewambûna şerê dijî DAIŞê de kirin.