Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî bo xelkê Zaxo: PDK dê bi dengê we her serkeftî be..Parlamanê bê dê gelek biryayên girîng bide

Zaxo-KDP.info- Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî di merasîma bangeşeya PDKê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de başdar bû û tê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, PDK dê bi dengê xelkê Zaxo her serkeftî be û daxwaz ji wan kir dengê xwe bidin nûnerên PDKê ji ber ku hilbijartinên vê carê pir girîng in, ku di parlamentoya bê de dê biryarên gelekî girîng bên dan.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ji xelkê bajarê Zaxo re wiha got: “Ez hatime Zaxo ji bo ku ez spaziya we bikin di xebata we ya şerê li dijî DAIŞê de û ji ber piştevaniya we ji bo PDKê di hilbijartinên Iraqê de, ku we diyar kir PDK ti carî nakeve û PDK dê herdem serkeftî be. Bi dengê we dê PDK di hilbijartinên 30-9 de serkeftineke din bidestve bîne. Di hilbijartinên Iraqê de pilan hebûn ku dengê PDKê bişkînin û ligel şikandina PDKê îradeya gelê Kurdistanê jî bişkînin, lê we nehişt ew pilan biser bikeve. We piştrast kir ku heta PDKê xwe van alîgiran e, PDK ticarî nakeve.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Ez daxwazê ji we dikim ku careke din hûn dengê xwe bidin PDKê û hûn ala Kurdistanê û ala PDKê bilind bihêlin. Em û gelê Kurdistanê çaverê we ne ku hûn dîsa dengê xwe bidin PDKê. Hûnê piştrast bikin ku heta PDK heye dê serkirde û serkeftî be.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “PDK hatiye damezrandin ji roja yekê de ji bo ku xizmeta xelkê Kurdistanê bike û bergiriyê li axa Kurdistanê bike. PDK nehatiye avakirin ji bo ku hevrikiyê bike ligel partiyeke din. PDK her serbilind e bi destkeftên xwe. Emê hewil bidin ku kêmasiyên xwe çareser bikin. Ev hilbijartin ji me re çarenivîsaz in, ji ber ku em di qonaxekê de ne ku pêwîst e em çarenivîsa welatê xwe diyar bikin. Dengê we xwedî bandoreke mezin e ji bo ku em çarenivîsa Kurdistanê diyar bikin. Dengê xwe bidin wan nûneran yên ku bîr û baweriya we bi wan tê.”

Mesrûr Barzanî daxwaz ji xelkê Zaxo kir ku, “dengê xwe bidin wan kesan ên ku bergirî li axa Kurdistanê kirine û xwe kirine qurbanî, ji bo ku ew jî di parlamentoya Kurdistanê de bergiriyê li maf û daxwazên xelkê Kurdistanê bikin. Îradeya xelkê Zaxo ti carî nayê şikestin. Dengê xwe bidin nûnerên PDKê ji ber ku Paramentoya Kurdistanê dê vê carê biryarên gelekî girîng bide, lewma jî pir girîng e nûnerên wan di parlamentoyê de cihê baweriyê bin. Ji bo ku kesin din li şûna nûnerê we neçin parlamentoyê û ew kes xizmeta we nekin û hûn poşman nebin, roja hilbijartinê herin ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidin berbijêrên ku baweriya we bi wan tê.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “Hilbijartinên vê carê girîng in û dê ev hilbijartin serkeftina we misoger bike. Em bawer in ku PDK dê biser bikeve, lê em dixwazin serkeftina PDKê vê carê dîrokî be, ji ber ku ew soz û peymanên ku PDKê dane we bikaribe vê carê cîbicî bike. Gelek caran ji ber ku em êxsîrê welatên derve bûne, me nikariye tiştê herî baş ji we re bikin, herwiha gelek caran hevrikiyên navxwe li Kurdistanê bûne asteng ku PDK bi awayekî baştir xizmeta we bike. Eger hûn bi awayekî bihêztir pişta PDKê bigirin û parlamenterên PDKê zêde bin, dê PDK karibe hikûmeteke bihêztir ava bike û bikaribe zêdetir xizmeta we bike.”

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Qonaxên dijwar me derbas kirin, lê me ew qonax derbas kir û bi hêviya xwe rojên geş li pêşiya me ne. Em serbilind in ku em xwediyê rêbaza Barzaniyê nemir in, em serfiraz in ku em xwediyê dîrokeke pir destkeft û serwerî ye. Em serbilind in ji ber ku serokê me Pêşmerge ye. Ez zanim jî ku serokê me jî bi we serbilind e. Em ti carî xwe naçemînin.”

Mesrûr Barzanî gotara xwe wisa bidawî kir: “Em hemî Zaxoyî ne û bi dil û can Partî ne, û bi hêviya xwedê û bi dengê we serkeftî ne.”