Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Mesrûr Barzanî û Generalê Amerîka yekrêzî û bihêzkirina Kurdên Rojava gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Fermandariya Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê civiya û gotûbêj derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê hatin kirin.

Îro Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî pêşwazî li ligel Fermandarê Giştî ya Tîma Hevbeş a Operasyonên Taybet li Iraq û Sûriyê General Patrick Robinson kir.

Di civînê de, pêşhatên siyasî û leşkerî yên navçê bi giştî û qonaxên şerê li dijî teroristan hatin guftûgokirin.

Di wê derbarê de General Patrick Robinson behsa dawî qonaxa şerê li rojhilatê Sûriyê jû hewlên derkirina teroristan kir û her du aliyan dawî pêşhatên dîplomasî yên Amerîkî yên taybet bi şerê Sûriyê bi girîng binav kir. Herwiha gotûbêj derbarê mîkanîzma çawaniya yekrêziya hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û bihêzkirina wan hatin kirin.

Di beşeke din a civînê de, herdû aliyan dilgiraniya xwe di derbarê êrîşa mûşekî ya Îranê de li ser bajarê Koyê yê Herêma Kurdistanê diyar kirin, gotin ku ew êrîş nakeve xizmeta aramiyê navçê.