Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Eger PDK neba dê hemû Kurdistan di bin dagirkeriyê de ba..Bihêzbûna PDK, bihêzbûna Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî ji berbijêr û endamên PDKê re got: “Bînin bîra xelkê Kurdistanê ku ne ji PDKê ba dê pilana jinavbirina Herêma Kurdistanê biser ketiba û dê îro hinek kesên din li Hewlêrê serwer bana, û dê niha hemû Kurdistan di bin dagîrkariyê de ba. Lê bi xwîna zarokên gelê Kurdistanê û bi xebata PDKê ew pilan biser neket û hat şikandin.”

Îro Sêşema 9-11-2018 li Hewlêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêwresmekê dest bi kampanya bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir. Di rêwresmê de Serok Barzanî gotarek pêşkeş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de wiha got: “Niha salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê ye, ku bi rêberatiya Barzaniyê nemir bû. Ew şoreşa ku ji bo azadî û serfiraziya gelê me bû. Ev destkeft û azadiya ku niha li Başûrê Kurdistanê heye, ji ber ked û xebata Hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê û xwîna şehîdan û Şoreşa Îlonê ye. PDK jî ji dema avakirina xwe de û heta niha jî tenê ji bo wê yekê ye ku mafên rewa yên gelê Kurdistanê bidestve bîne. Em niha ber bi hilbijartineke çarenivîsaz li Kurdistanê diçin. PDK ji bo avakirina Kurdistaneke bihêz niha dest bi bangeşeya hilbijartinan dike.”

Serok Barzanî wiha domand: “Beriya çend mehan hilbijartinên parlamentoya federal birêve çûn, ez spasiya gelê Kurdistanê dikim ku dengê xwe da PDKê û nehiştin pilan û hêviya neyaran pêk were, ku dixwestin dawiya PDKê bibînin, lê nizanîbûn dê PDK bibe partiya yekemîn li ser asta hemû Iraqê. Ji bo ku Kurdistan bihêz be pêwîst e PDK bihêz be ji bo avakirina rêveberiyeke baş li Başûrê Kurdistanê. Lewma jî roja 30 Îlonê dîsa xewna neyaran bişkînin û bihêlin ala PDKê, ku ala berxwedan û şeref û kerametê bilind bikin.”

Serok Barzanî ji berbijêr û endamên PDKê re got: “Di bangeşeya hilbijartinan de, dev navêjin kesî û bersiva kesî jî nedin. Xelkê Kurdistanê ji xwe aciz nekin. Behsa dîrok û destkeftên PDKê bikin. PDK xwedî gelek destkeftên mezin e, behsa wan bikin. Behsa destkeft û dastanên xwe bikin. Bi xerabî behsa partiyên din nekin. Behsa kêmasiyên me bikin, û behsa destkeftên me jî bikin. Behsa vê ewlehiya ku li Kurdistanê heye, bikin. Ji xelkê Kurdistanê re behs bikin ku kê DAIŞ şikand. Bînin bîra xelkê Kurdistanê ku ne ji PDKê ba dê pilana jinavbirina Herêma Kurdistanê biser ketiba û dê îro hinek kesên din li Hewlêrê serwer bana, û dê niha hemû Kurdistan di bin dagîrkariyê de ba. Lê bi xwîna zarokên gelê Kurdistanê û bi xebata PDKê ew pilan biser neket û hat şikandin. Piştrast bin, piştrast bin hemû pilanên bi wî awayî dê bên şikandin û biser nakevin.”

Serok Barzanî wiha domand: “Gotin û sozên mezin ku zehmet e bên cîbicîkirin, nedin xelkê Kurdistanê. Bînin bîra xelkê Kurdistanê ku piştî raperîna 1991 PDKê kar kir ku hilbijartin li Herêma Kurdistanê bê kirin û demokrasî pêk were û deselat bikeve destê nûnerên xelkê.”

Serok Barzanî wiha got: “Eger PDK di van hilbijartinan de serkeftin bidestve anî, ku piştrast im ku dê serkeftinê bidestve bîne, pêwîst e serkeftineke mezin be. Eger ev yek jî pêk hat, dê hikûmeteke bihêz were avakirin û dê kar bike ji bo çaksaziyeke mezin û dê guhertineke mezin di hemû waran de bike. Em sozên mezin nadin, lê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê tişta ku ji destê me were, emê bikin. Em sozê didin we ku emê rastgo bin bi we re û mafê we aramnca me ya yekê be. Dengê xwe bidin lîsta 183 ya PDKê ji bo ku PDK bihêz be û Kurdistan bihêz be. Di dawiyê de daxwaz ji we dikin ku hûn bi hêviyeke mezin ber bi pêşve biçin û xwe neçemînin.”