Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fuad Onen: Divê Kurd yekîtî û serxwebûna Kurdistanê ji xwe re bikin mijara man û nemanê

 

Dihok-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Fuad Onen dibêje, nakokiyên welatên mezin ji bo çareserkirina kêşeya Kurdistanê derfetên mezin tîne holê, sîstemên cîhanî têkçûne û niha cîhan ji xwe re li sîstemeke nû digere, ku ev lêgerîn wek avabûna “sîstema koma miletan” û “sîstema neteweyên yekbûyî” di ser şerê cîhanê de derbas bû, ku em dikarin vê lêgerînê wek şerê cîhanî yê sêyem binav bikin.

Fuad Onen di daxuyaniyekê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Piraniya dewletên ku niha hene di nava şerê cîhanî de yan jî piştî şerê cîhanî ava bûne. Çareserkirina pirsa Kurdistanê jî ew e ku Kurdistan bibe dewlet. Rewşa vê demê banga yekîtî û serxwebûna Kurdistanê li Kurdan dike.”

Onen wiha got: “Divê Kurd bi xwe bawer bin û divê di şerê cîhanî yê sêyem de yekîtî û serxwebûna xwe ji xwe re bikin mijara man û nemanê. Bê armanceke stratejîk em nikarin bighên encameke siyasî. Divê em berdewam bin li ser vê armancê û em bilez yekîtiya xwe ava bikin. Hemû awayên têkoşînê li dijî dagîrkeran ji bo me rewa ye.. Şerekî demdirêj li pêşiya me ye. Me şerê kesî nekiriye, lê 4 dewletên dagîrker ji bo ku me ji holê rakin, şer li ser me feriz kirine.”

Wî siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê derbarê mijara Rojavayê Kurdistanê diyar kir, bi navê bakurê Sûriyê ti welatek yan miletek tune ye, lê bi navê Rojavayê Kurdistanê heye û perçeyek ji Kurdistanê ye. Bakurê Sûriyê projeya Amerîka ye, eger pêwîstî bi vê projeyê hebe, pêwîst e bi yekîtî û yekdestiya hemû aliyên Kurdî be, herwiha ji Amerîka garentiyê bistînin ku hemû axa Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê û heta Efrînê yek be û statyoyeke serbixwe yan konfedralî bê xwestin.”