Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Êrîşa Koyê şermezar dikim..Pirsa Kurdî bi kuştinê çareser nabe

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de êrîşa Îranê ya li ser navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li bajarê Koyê yê Başûrê Kurdistanê, şermezar kir û got: “Pirsa gelê Kurd bi kuştin û topbaranan çareser nabe û paştirîn çareserî rêya aştiyê ye.”

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji ber êrîşa mûşekî û bombebarana Komara Îslamî ya Îranê ya li ser baregeha Hîzba Demokrat a Kurdistanê li bajarê Koyê ez gelekî dilgiran û xemgîn im, bi taybet ku ziyaneke canî û maddî mezin çêbûye.

Di demek de ku ez vê êrîşê şermezar dikim, sersaxiyê pêşkêşî kesukarên şehîdên vê êrîşê dikim û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Daxwaz ji hemû aliyekî jî dikim ku Herêma Kurdistanê nekin qada nakokiyan, ji ber ku li Herêma Kurdistanê gelek kêşe û tehdîd û gefên mezin hene.

Ez dibînim ku pêwîst ku em ji hemû aliyan re bêjin ku pirsa gelê Kurd bi tundutîjî û kuştin û bobebaranan nayê çareserkirin û rê û awayên aştiyane baştirîn çareser e ji bo hemû kêşeyan.

Mesûd Barzanî
08.09.2018”