Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Sekreterê niha yê HDKê û sekreterê berê yê HDKê birîndar bûne

 

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Ragihandina Tendirûstiya Hewlêrê ragihand ku heta niha 6 birîndarên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ji bajarê Koyê gihîştine Hewlêrê û nexweşxaneyê tên dermankirin.

Berdevkê Hêzên Pêşmergeyên HDKê Kawey Behramî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê hêzên Îranê navenda me ya Koyê dan ber mûşekan û gelek ziyan gihandin me, ku gelek şehîd û birîndarên me hene.”

Li gorî zanyariyên malpera KDP.info, di wê êrîşê de Sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî û Sekreterê berê yê HDKê Xalid Ezîz di wê êrîşê de birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Ragihandinê yê Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kirmancî ji malpera KDP.info re ragihand: “Nexweşxaneyên Hewlêrê ji bo pêşwaziya li birîndarên HDKê di amadebaşiyê de ne û heta niha 6 birîndar bo nexweşxaniyên Hewlêrê hatine veguhestin.”