Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îran navçeyên Başûrê Kurdistanê topbaran dike

 

Sîdekan-KDP.info- Careke din topxaneyên Îranê dest bi topbarana navçeya Sîdekan a ser sînor kirin û niha rewşa 6 gundên Başûrê Kurdistanê xerab e.

Rêveberê Nahiyeya Sîdekan Îhsan Çelebî ji malpera KDP.info re ragihand: “Topxaneyên Îranê îro danê sibehê careke din bi hênceta hebûna navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, dest bi topbaranê kirin, tevî ku ti baregehên wan partiyan li Sîdekan tune ne.”

Îhsan Çelebî wiha got: “Topxaneyên Îran li zozanên Berbezîn û Bin Perêza û Keleşîn û Katîne û Derhol yên Sîdekan didin û heta niha ew topbaran berdewam e.”

Li gorî Çelebî, ev 2 roj in ku topbarana Îranê li ser navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam e û gelek rez û bax û erd û dar şewitîne û rewşa 6 gundan jî pir xerab e û xelkê wan ji malê xwe bar kirine ji ber ku di rewşeke dijwar û metirsîdar de bûn.