Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Divê rola jinê di bihêzkirina Kurdistanê de hebe

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Jinan kir û ragihand, dilniya me ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya karîger dibe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan.

Di peyama Serok Barzanî de wiha hatiye, “Bi boneya serkeftina kongreya 8emîn a Yekîtiya Jinên Kurdistanê gemtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî endam û rêvebirên kongra we dikim û hevdem jî pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistanê û endam û kadroyên Yekîtiya Jinan a Kurdistanê dikim.”

Di beşeke din de hatiye, “Bi pêwîstî dizanim destxweşî û pêzanîna xwe arasteyî serkirdatiya berê ya Yekîtiya Jinan a Kurdistanê bikim û pîrozbahiyê jî li xwişkên birêz ên baweriya kongreya heştemîn pê hatin beşxandin bo serkirdatiya Yekîtiya Jinên Kurdistanê bikin.”

Di dawiya peyama Serok Barzanî de hatiye, “Piştrast im ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê her wek qonaxên berê yên xebata gelê me rola wan ya karîger dibe, di pêşvebirina doza rewa ya gelê me û berevanîkirina li maf û daxwazên jinan. Di qonaxa niha de erkê we di warê hişyarkirina niştimanî û pêgihandina jinan û berevanîkirina li mafên medenî û siyasî yên jinan gelekî girîng e û divê di arasteya bihêzkirina Kurdistanê û beşdarîkirina karê jinan di jiyana giştî ya civaka Kurdistanê de be.”