Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

PYD û rêjîma Sûriyê rêkeftina dawî kirine

 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Endamekî PDK-Sê dibêje PYD û rêjîma Sûriyê gihîştine rêkeftina dawî û biryar e jî hêzên YPGê jî beşdar be di şerê Îdlibê de.

Bi dehên salan Kurdên Rojavayê Kurdistanê li dijî rêjîma Sûriyê xebatê dikin û gelek qurbanî dane, lê niha li gorî çavdêrên siyasî li Rojavayê Kurdistanê PYD rêkeftin ligel rêjîma Sûriyê kiriye û dê Rojavayê kurdistanê careke din radestî Hikûmeta Sûriyê bikin.

Derbarê wê rêkeftinê, Dr. Kawa Azîzî endamê PDK-Sê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rêkeftina wan gihîştiye xala dawî. Rêkeftin di navbera wan de hatiye kirin û PYD bi eşkere ragihandiye. PYD dibêje ti pirsgirêkên me bi rêjîmê re tune ne û em bi hêsanê diçim Şamê û hêzên YPGê beşek din rêjîma Sûriyê.”

Dr. Kawa Azîzî sihe got: “Biryar e şerê rizgarkirina Îdlibê ji aliyê rêjîma Sûriyê birêve biçe û biryar hêzên YPGê jî di wî şerî de beşdar bibin. PYD dibêje em amade ne ji şer re, ku dixwazin hejmareke din ji ciwanên Kurdan bikuştin bidin.”

Azîzî behsa wê yekê kir, amadekariyên temam ji bo destûrê Sûriyê hatine kirin û biryar e di Kongreya Cenêf de biryar li ser bê dan û komîteya amadekar dest bi karê xwe bike û destûr bê amadekirin. Lê dibe ku amadekirina destûr bikeve piştê şerê Îslibê.”