Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî mercên Kurdistanê da şanda (Saîrun, Nesir, Hîkme û Wetenî)


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeşa ji lîstên (Saîrun û Nesir û Hîkme û Wetenî) yên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî tekezî li ser hersê prensîpên (hevbeşî û tifaq û hevsengiyê) di proseya siyasî û beşdariya hemû pêkhatên Iraqê di hukimraniyê de kir.


Îro Dûşema 27.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ji lîstên (Saîrun û Nesir û Hîkme û Wetenî) yên Iraqê kir.

Di civînê de şanda mêhvan jibilî balkişandina li ser pêgeha dîrokî û siyasî ya Serok Barzanî di xebata li dijî dîktatoriyê û hewlên ji bo avakirina Iraqa nû, di derbarê pêşaroja proseya siyasiya Iraqê de û çawaniya pêkanîna hikûmeta nû û hilbijartina hersê serokayetiyan û mekanîzmên karkirin û mîsogerî bi cîhkirina rêkkeftina di navbera aliyan de, ji bo Serok Barzanî behs kirin.

Di beşeke dinê vê civînê de herwiha behsa wan şaşiyên siyasî yên di qonaxa piştî sala 2003 di proseya siyasî ya Iraqê hat kirin û ronahî xistin li ser wan mekanîzmên ku dibin rêgir li pêşiya dûbarebûna şaşiyan.

Her di vê civînê de tekez li ser pêbendbûn û bi cîhkirina hersê prensîpên (hevbeşî û tifaq û hevsengiyê) di proseya siyasî û beşdariya hemû pêkhatên Iraqê di hukimraniyê de kirin.