Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Sunneyên Iraqê pêkanîna hikûmetê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke hêzên Sunneyên Iraqê kir û di wê hevdîtinê de pêkanîna Hikûmeta Iraqê hat gotûbêjdikin.

Îro Yekşema 19.08.2018an li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda bilind a (Hevpeymaniya Mihwerê Wetenî Iraqî) ya bi serokayetiya Şêx Xemîs Xencer kir.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser piroseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna Hikûmeta nû û sûdwergirtin ji ezmûn û şaştiyên berê, hatin kirin.

Her di wê civînê de, herdu alî hevdeng bûn, ku pêwîst e gerentî û mîkanîzmeke zelal ji bo pêbendiya bi destûrê û bicîkirina rêketinan bê danîn, bi awayekî ku rê li tekrewiya birêvebirina welat û piştguhkirina pêkhatan bê girtin.

Herwiha di civînê de, tekezî li ser hevrêzî û pêwendiya berdewam ya herdu aliyan hat kirin, bi mebesta beşdarîkirina çalak di piroseya siyasî de û bicîkirin û berçavgirtina wan bingehên ku rêketin li ser wan bûye.

Di civînê de, her yek ji Dr. Roj Nûrî Şawês, Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed, ku endamên polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê ne, amade bûn. Şanda mêvan jî, ji Xemîs Xencer, Cemal Kerbûlî, Usama Nucêfî, Selîm Cibûrî û Ehmed Ebdella pêk hatibû.