Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Heder Şeşo: Divê çareseriyeke navdewletî ji Şingal re bê dîtin

 

Şingal-KDP.info- Fermandarê Giştî yê Hêza Parastina Êzîdxanê li Şingalê Heder Şeşo ragihand ku pirsa Şingalê bûye pirsgirêkeke navdewletî û ji destê Iraqê jî derketiye û kes nizane dê çarenivîsa wê çi be.

Piştî bûyerên 16 Cotmeha 2017ê û dagîrkirina Kerkûkê, Heşda Şeibî destê xwe danî ser Şingalê jî, lê tê gotin ku çekdarên Heşda Şeibî ji wir vekişyane.

Derbarê rewşa Şingalê, Heyder Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha rewşa Şingalê pir dijwar e û Şingal ji destê hemû aliyan derketiye. Haya Hikûmeta Iraqê ji Şingalê nemaye. Ji xwe Hikûmeta Kurdistanê ne li Şingalê ye. Pêwîstiya Şingalê bi çareseriyeke navdewletî heye û eger çareserî neyê dîtin dê karesatên mezin li Şingalê çêbibin.”

Ev çend car in ku balafirên Tirkiyê li Şingalê dixin, ku cara dawî beriya çend rojan bû wan belafiran li Şingalê bombebaran kirin û di encamê de serkirdeyekî PKKê hat koştin.

Derbarê wan bobebaranên Tirkiyê, Şeşo wiha got: “Çend amaje ji wan bombebaranan hene û diyar dibe ku PKK li Şingalê maye û divê PKK rêzê li xelkê Şingalê bigre û ji navçeya Şingalê derkeve. Herwiha ji aliyê din ve jî pêwîst e Tirkiyê jî rêzê li axa Iraqê bigre.”

Heyder Şeşo wiha domand: “Pêwîst e Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser birêvebirina Şingalê lihev bikin û îdareyeke hevbeş li Şingalê ava bikin. Nabe rewşa Şingalê wisa bimîne û xelkê Şingalê di metirsiyê de bin ji ber ku xelkê Şingalê gelek êş dîtin.”