Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rêya Hewlêr – Kerkûk tê vekirin

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Polîsê Hewlêrê Lîwa Ebdulxaliq Telhet ragihand ku îro şandên Herêma Kurdistanê û Bexda civîna xwe ya dawî li ser vekirina rêya Hewlêr – Kerkûk lidar xistin û biryar hat stendin ku sibe ew rê vebe.

Dema Heşda Şeibî û hêzên Iraqê êrişê ser Kerkûk û navçeyên navbera Hewlêr û Kerkûkê kirin, rêya Hewlêr – Kerkûk hat girtin û ev 3016 roj in ku ew rê girtî ye û xelk nikarîbûn di wê riyê re biçin û bên.

Lîwa Ebdulxaliq Telhet derbarê vekirina wê riyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro herdû şandên Hewlêr û Bexdayê li nahiyeya Pirdê a di navbera Hewlêr û Kerkûkê de civiyan û di wê civînê de lihev kiirn ku sibe saet 10ê sibehê bi şêweyeke fermî wê riyê vekin.”

Telhet wiha got: “Rê û pir hatine hazirkirin û sibe welatî karibin di wê riyê re biçin û bên. Herwiha di navbera Hewlêr û Kerkûkê de ti xalên gumrikê nayên danîn.”