Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Fedrasyona Komeleyên Kurdî li Sovyêta berê pîrozbahî li PDK û Serok Barzanî kir

 

Hewlêr-KDP.info- Fedrasyona Navdewletî ya Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta Berê bi boneya 72yemîn salvegera damezrandina PDK û jidayikbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê şandiye ji PDKê re.

Ev jî tekesta wê peyamê ye:

“Birêz Mesûd Barzanî

Birêzan endam û alîgirên PDKê

Em ciwantirîn pîrozbahî ji we re dişînin ji ber salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

PDK ji aliyê rêberê dilsoz ê neteweya Kurd Mistefa Barzanî ve ku xwedî dîrokeke pir qehremanî ye, hatiye damezrandin û roleke mezin li Iraq û Başûrê Kurdistanê dibîne ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Haya me baş ji ked û xebat û qurbaniyên PDKê hene ku di ber xebata neteweyî de kiriye. Em serê xwe ji wan qurbaniyan re diçemînin.

PDK tekezî li ser mafê gelê Kurd ji bo serxwebûnê dike, ku di madeya 35 a bernameya PDKê de ev yek bi zelalî hatiye, ku tekez dike eger her guhertinek di destûrê Iraqê de bê kirin û fedralî li Iraqê nemîne, Kurdistan dikare biryarê li ser serxwebûna xwe bide.

PDK rokeke sereke dît di referanduma serxwebûna Kurdistanê de, ku ew yek nêrîn gelê Kurd bû û çavkanî bû ji wê ked û têkoşîna bi sedê salan a neteweya me.

Em piştrast in ku Pdk dê roleke girîng bibîne di nehiştina wan nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de û dê tevgereke nû jî bixe bizava rizgarîxwaza Kurdî de.

PDK di gelek karan de piştrast kiriye ku ew dikare erkê ser milê xwe bighîne cîh û di demên herî dijwar de karwana xwe berdewam bike.

Em hêviya serkeftinê ji PDKê re dixwazin di karê wê de yê bergiriyê di ber mafê gelê Kurd de, û xabata wê ya sereke jî ew e ku xewna bi sedên salan ku azadî û serbixwe ye, bicîh bîne.

Birêz Mesûd Barzanî

Her kes cenabê te nas dike ku tu rêber û mirovekî xwedî prensîp e û tije enejî ye. Ev çendîn sal in ku cenabê te rêbertiya PDKê dike û di dema keda te de ya xebat û têkoşanê ji bo mafê gelê Kurd, tu wek kesekî qedirbuha û xwedî rêzeke mezin maye li ser asta cîhanê jî. Xebat û têkoşîna te ya berdewam cihê rêz û hurmeteke mezin e li cem me jî.

Di dawiyê de em hêviya tendirûstiyeke baş û serkeftinê ji te re dixwazin di rêyên zehmet û dijwar de.


Serokê Fedrasyona Navdewletî Komeleyên Kurdî li welatên Yekîtiya Sovyêta Berê

Kinyaz Îbrahîm Mîrzaêv”