Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî beşdarî li rêwresma salvegera 72 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê kir

Hawlêr-KDP.info-  Êvariya roja pênçşem 16.Tebaxa 2018 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî beşdarî li rêwresma salvegera 72 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê da kir.

Li vê merasîma ku bi amadebûna hejmarekî zêdeyê ji kesayetiyên siyasî û Serok û sekreter û endamên aliyên siyasî û Konsol û Nûnerê welatan û rêkxistinên civaka medenî û berpirsên îdarî yên Herêma Kurdistanê li Otel Rotana ya bajarê Hewlêrê birêveçû, di destpêkê de gotara bixêrhatina mîhvanan ji aliyê Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî ya PDK bi zimanê Erebî û Ingilîzî hate xwendin. Paşê Serok Barzanî gotarekî ji bo amadebûyên rêwresmê pêşkêş kir.

Serok Barzanî li gotara xwe da piştî bi xêrhatina mîhvanan, silav ji bo damezrênerê PDK û hevalên Barzaniyê Nemir şand û spasî endam û alîgir û kadîr û cemawerê PDK jî kir ku herdem pişt û penayê Partiya Demokrata Kurdistanê bûne. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku PDK penageh bûye ji bo têkoşer û xebatgêrên Kurdistanê û ji bo demeke dûr û dirêj her ji damezrandina wê ve heta şoreşa Eylûl PDK nehişt ku gelê Kurd tûşî bêhêviyê bibe.

Li dirêjahiya gotara xwe de Serok Barzanî balkişand li ser girîngiya şoreşa Eylûl û wê yekê xisterû ku şoreşa Eylûl şoreşekî siyasî û neteweyî û civakî û seranserî ya Kurdistanê bûye û tu demekî wekî dijminan dest ji bo êş û azardana xelkê nebir û şoreşa Eylûl wiha kir ku nakokî li gel rejîmê nebê nakokiya di navbera neteweyan.

Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi qehremanî û xweragiriya xelkê Kurdistanê û serkirde û Pêşmergeyan li şerê Da'îş û rûdanên 16 cotmehê wê yekê dûpat kir ku niha dema eweye hemû aliyek bi xwe da biçîn û PDK jî destê birayetî û hevkariyê ji bo hemû aliyek dirêj dike ji ber ku destkeft tenê di dema pêkvebûnê de pêktên û têne parastin. Daxwaz jî kir ku aliyên Kurdistaniyan li şûna hevdû şikandinê pêkve guftûgo li gel Bexdayê da bikin.

Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pêwîste li şûna wê yekê ku ew alî bîr li paşxistina hilbijartinê bikin kar ji bo hilbijartinekî baş û bihêz bikin bo ku hikûmetekî bihêz dirust bibê ku bikarê çaksazî bike û kêşeyên xelkê çareser bike.

Di dawiya gotara xwe da Serok Barzanî Destana bêwêneya Xwakurkê bi bîr anî û pêzanînên xwe ji bo qehremaniya Pêşmerge ya li rûbirûbûna dijmin de hebû.