Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî Mîdalya Barzanî da hejmarek Pêşmerge û têkoşer û malbatên şehîdan û birîndaran

 

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî di merasîma salvegera damezrandina PDKê de, Mîdalya Barzanî bi hejmarek Pêşmerge û xebatgêr û têkoşerên gelê Kurdistanê û malbatên şehîdan û birîndaran bexşî.

Roja Pênçşema 16.Tebaxa 2018 li bajarê Hewlêrê, Serok Mesûd Barzanî Mîdalya Barzanî ya ji bo rêzlênana xebat û qurbanîdan û keda wan,da hejmareke Pêşmerge û kesayetî û malbatên şehîdan û nûnerên birîndarên şerê dijî DAIŞê û şerê bergirîkirina li ax û niştiman.

Di vê merasîmê de Dayika Eyşê (ku dayika 3 şehîdan e) wekî nûnera şehîdên şerê dijî DAIŞê û herwiha hejmarek ji Pêşmergeyên şoreşa Eylûl û Gulanê û xebatgêrên Kurdistanê û herwiha nûnerê birîndarên şerê DAIŞê û şehîd û birîndarên şerê bergiriya li axa Kurdistanê, ku di ber gelê xwe de qurbanî dane, ji aliyê Serok Barzanî ve Mîdalya Barzanî wergirtin.

Her di vê merasîmê de wekî rêzlênanekê ji bo kar û çalakiyên xêrxwazî û xizmetkirina koçberan Serok Barzanî Madalya Barzanî bexşî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî.

Herwiha ji bo bilindnirxandina rola wan a bi bandor di çespandina bingehên asayişa neteweyî de û herwiha rola wan a berçav di şerê li dijî terorîstan de, Serok Barzanî Mîdalya Barzanî bexşî Rêveberiya Dijî Terorê ya Kurdistanê.