Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Ocalan: Siyaseta PYDê berdewam be dê Qamişlo û Kobanê jî wek Efrînê here

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan dibêje, PYD li Rojavayê Kurdistanê siyaseteke şaş dimeşîne û eger ew siyaseta şaş berdewam be nedûr e ku Qamişlo û Kobanê jî wek Efrîn ji dest biçin.

Osman Ocalan derbarê guhertinên navçeyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêwîst e guhertin li ser nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bên kirin, lê wek xuya dibe Îran û Tirkiye wan guhertinan qebûl nakin. Dixwazin sîstem û pergala navçeyê wek berê bimîne, lê Amerîka ligel guhertinan e û neçar e ku herdu dewletan ceza bike. Amerîka li Iraq û Sûriyê çek bikar anîn û dixwaze çekên aborî û dorpêça aborî li dijî Îran û Tirkiyê bikar bîne. Dibe ku meha 11ê Amerîka cezayên xwe li ser wan zêdetir û girantir bike.”

Derbarê pêşeroja Kurdistanê û Tirkiyê û pêwendiyên aborî yên di nava wan de, Osman Ocalan wiha got: “Tirkiye piştî kongreya AKP pêwîst e pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bike. Tirkiye di dema borî de siyaseteke şaş ligel Herêma Kurdistanê kir û niha nas kiriye ku ya rast ew e ku pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bike û piştevaniya Kurdistanê bike. Pêwîst e Tirkiye careke din li siyaseta xwe vegere û xwe careke din rast bike. Herwiha vexwendina Serokwezîrê Kurdisanê Nêçîrvan Barzanî ji bo sûndxwazrina Serokomarê Tirkiyê û ji bo kongreya AKPê tê wateya ku Tirkiye dixwaze bi cidî pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêz bike.”

Derbarê siyaseta PYDê li Rojavayê Kurdistanê wî siyasetmedarê Kurd ragihand: “Rojavayê Kurdistanê niha di qonaxeke dijwar re derbas dibe û PYD li ser siyaseta xwe berdewam be dê wek Efrînê Qamişlo û Kobanê jî jidest bide. PYD û YPG ku ser bi PKKê ne, bi tenê nikarin Rojavayê Kurdistanê biparêzin. Ji 3 pehran, tenê pehrek ji xelkê Rojavayê Kurdistanê li cihê xwe mane, pehrek derketine Ewropa û pehra din jî li Başûrê Kurdistanê ne û ji xwe gelek jî şehîd bûne. Kurdên Rojava niha di siyaseteke qels û lawaz re derbas dibin û rewşa xelkê pir xerab e. Nabe PYD berdewam be li ser siyaseta xwe û ji kesê şoreşêr re bêje hûn terorîst in. Kurd li wir nebin yek dê êrîşên zêdetir biçin ser wan.”