Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Aboriya Kurdistanê geş bûye..Asta bazirganiyê zêde bûye

Silêmanî-KDP.info- Serokê Şaxa Silêmanî ya Aborînasên Kurdistanê Newzad Şêx Kamil dibêje, êdî rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê geş bûye û asta bazirganiyê li Kurdistanê zêde bûye.

Newzad Şêx Kamil derbarê rewşa aborî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve pêş dikeve û geş dibe, ew jî ji ber bilindbûna buhayê petrolê, ji ber ku petrola Kurdistanê gelek e, herwiha ji ber ku hikûmeta Iraqê mehane 317 milyar dînar ji Kurdistanê re dişîne ji bo ku mûçeyê fermanberan bide. Herwiha ji ber ku asta bazirganiyê ligel welatên cîran bilind bûye, ku ev sedem hemû dihêlin aboriya Kurdistanê pêş bikve.”

Ligel başbûna rewşa aborî ya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê hewl dide ku ew beşê ku ji mûçeyê fermanberan li cem xwe dihêle, kêm bike û mûçeyên wan bi temamî bide û herwiha hermeh di dema xwe de mûçeyê wan bide wan.

Kamil wiha dibêje: “Tevgereke baş ketiye bazarên Kurdistanê û rewşa xelkê baş bûye û em dikarin bêjin êdî rewşa Herêma Kurdistanê ya aborî baş e. Herwiha ji ber biryara Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ku gotiye pêwîst e ew avahiyên ku ji ber kirîza aborî nîvcî mane bên temamkirin, dê derfetên kar li Kurdistanê zêde bibin û bêkarî kêmtir bibe ji ber ku bi hezaran dê di wan projeyan de kar bikin. Herwiha roj bi roj şîrket û kompaniyên nû tên Kurdistanê û kar dikin.”