Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî û Dr. Elî Qeredaxî civiyan


Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman kir û di wê hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û bûyerên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.


Îro Yekşema 12.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Dr. Elî Qeredaxî Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Rabîteyên(Tevgera) Îslamî yê Kurd û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Serok û Endamên Desteya Kargêrî ya Rabîteya Îslamî Kurd.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û retkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

Her di vê civînê da her dû alî di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danustandina bîr û ramanan kirin.