Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Îtalya perwerdeyeke taybet da Pêşmergeyên Zêrevanî

Hewlêr-KDP.info- Îro li baregeha Fermandariya Zêrevaniyê li Hewlêrê dawî bi xûleke rahênan û perwerdehiyê ya hêzên Zêrevaniyê hat, ku ev xûla rahênanê ji aliyê rahênerên Îtalî ve hatibû organîzekirin.

Berpirsê Rewşenbîrî û ragiahndina fermandehiya Zêrevaniyê , Emîd Dîdewan Xurşîd di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand, Tîmeke Îtalî di çarçoveya rahênana pêşmerge de, di dema 6 heftiyan de xûleke rahênanê ji bo 65 pêşmergeyên hêza Zêrevaniyê vekiribû û 65 pêşmerge ji hêzên Pasevanên Konsulxaneyan û Lîwaya Yek a Parastina Saziyên Petrolê li Herêma Kurdistanê tê de beşdar bibûn.