Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

McGurk: Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rast dibêje

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Serokê Amerîkayê yê li Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Brett McGurk ragihand: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rast dibêje û me daxwaz nekiriye ku hilbijartinên Kurdistanê bên paşxistin û dema hilbijartinan mijareke navxweyî ye.”

Brett McGurk di twîteke xwe de dibêje: “Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî rast dike. Me bi awayekî zelal gotiye ku dema encamdana hilbijartinan mijareke navxweyî ye û bi temamî bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê û parlementoyê ve girêdayî ye, ku rewşa herêmê û Iraqê li ber çavan bigrin.”

McGurk herwiha diyar kir: “Îdiayên ciyawaz ên di vê mijarê de nerast in.”

Roja sêşemê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke çapemeniyê de ragihand, ew nûçe ne rast in ku dibêjin Brett McGurk daxwaza paşxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê kiriye.