Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kurdistan û Almanya: Emê têkeliyên xwe bihêztir bikin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulusa Almanyayê tekez li ser bihêztirkirina têkiliyan xwe kirin.

Îro Çarşema 8-8-2018 Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusa nû ya Almanyayê Xatû Barbara Wolf û şandeke pê re kir.

Di civînê de ku nunerê hikûmeta Kurdistanê yê li Almanyayê jî têde beşdar bû, Konsulusa nû ya Almanyayê Barbara Wolf spasiya dezgehên hikûmeta Kurdistanê kir ku hevkarî û karasanî bo kar û çalakiyên wan kirine û tekez li ser vê yekê kir ku hewl dide daku têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê bihêztir bike.

Wolf herwiha diyar kir ku hevkariyên mirovî û leşkerî yên Almanyayê bo Kurdistanê didomin û Almanya hana kompaniyên Almanî dide daku li Kurdistanê de dest bi kar û çalakiyên bazirganî bikin.

Di beşeke din ya civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî jiber destbikar kirina vê weke Konsulusa Almanyayê pîrozbayî li Barbara Wolf kir û hêviya serkeftên jê re xwest.

Serokwezîr herwiha spasiya Almanayayê kir ku hevkariyên însanî û leşkerî pêşkêşî Kurdistanê kiriye bi taybetî di projeya pêkanîna reforman di nava Wezareta Pêşmerge de û hêviya domkirina hevkariyên han xwest.