Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Serok Barzanî: Em qet ji serxwebûnê poşman nabin..Dawî emê vegerin daxwaza 93% ji xelkê Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Brzanî îro di heştemîn kongreya Yekîtiya Lawên Demorkata Kurdistanê de ragihand: “Eger ew hizir bikin ku mafê me yê serxwebûnê tune ye, bila zanibin ew hizra wan şaş e. Eger hizir bikin ku emê ji vê daxwazê poşman bibin, ew hizra wan xeyal û xewn e. Me negotiye roja piştî referandûmê emê serxwebûnê rabighînin, em her dibêjin ku em dixwazin bi xweşî û bê şer û tundî bighên serxwebûnê. Serkeftina referandumê ew bû ku % 93ê xelkê Kurdistanê dengê xwe dan serxwebûnê. Eger hemû aliyan dît Iraqeke rêkûpêk çênabe, emê vegerin daxwaza %93ê ji xelkê Kurdistanê.”

Îro Sêşembiyê 7ê Tebaxa 2018 heştemîn kongreya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê bi beşdariya sedan law û xortên Kurdistanê li Hewlêrê hat lidarxistin, ku têde çendîn kesayetên siyasî û hikûmetî beşdar bûn.

Serok Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demorkata Kurdistanê jî di kongreyê de amade bû û gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di gotara xwe de hêviya serkeftinê ji Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê re xwest û got rola lawan di şoreşa Îlonê de û berê wê jî roleke sereke û bi bandor bû di amadekirina ciwanên Kurdistanê de û di perwerdekirina xortan de bi hizrên neteweyî û demokratîk, herwiha gelek ji serkirdeyên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê ji dibistana Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê derketine. Herwiha got jî ku xebata Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê hiştiye ku yekîtiya wan bibe endam di rêxistina Yekîtiya Lawên Cîhanê ku ev serbilindiyeke mezin e.

Serok Barzanî wiha got: “Sala 1968 dema şandek ji Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê hat cem Rehmetî Mela Mistefa Barzanî, rehmetî pir bi dîtina wan dilxweş bû û got ciwan serê rim in û qutabî şûrê pola ne. Ez nikarim zêdetir pesnê we bidim, lê ez dibêjim emê her piştevan bin ji we re.”

Serok Barzanî wiha domand: “Xebat û têkoşîna gelê me ne ya rojek û 2 rojan e, ne ya 100 salî bi tenê ye. Xebata me dîroka wê dûr û dirêj e û bi sedê salan e, ku gelê Kurdistanê heta niha jî ji bo azadî û serxwebûnê tî bûye. Me şoreş li pey şoreşan kiriye, me êrişî kesî nekiriye û tenê me li ber xwe daye. Em gelê Kurd serbilind in bi xebata xwe ya merd û paqij. Qet pirsgirêka me ligel gelên navçeyê nebûye û tenê pirsgirêka me ligel deselat û hikûmetên navçeyê bûye. Me berdewam daxwaza şirîkatiyê kiriye û me gotiye bila em birayê hev bin, lê ew qebûl nakin. Em dibêjin hûn naxwazin em bira û şirîk bin, bila em cîranê hev bin, dîsa qebûl nakin û dibêjin gerek hûn bên kuştin û hûn nehêjayî jiyanê ne û emê we bixeniqînin. Ne şirîkatiyê qebûl dikin û ne jî cîrantiyê. Em jî qebûl nakin ku em bibin dûvik ji wan re, çi jî bibe bila bibe.”

Serok Barzanî ragihand: “Ji bo ewlehiya navçeya Rojhilata Navîn bi taybetî û cîhanê bi giştî, ya baş ew e ku bi aqilî hizir bikin û nas bikin ku miletê Kurd bi agir û hesin nayê qirkirin û ne jî karin serê vî miletî daxin, ya baş ew e bi xweşî û jihevtêgiheştinê çareserî ji doza Kurdî re bê dîtin, û eger ev yek pêk neyê ne serê wan û ne jî serê me rehet dibe. Wek em dibînin bi van hemû salên borî, ne bi kuştin û ne jî bi enfal û ne jî bi kîmyabaranê karîn çoga me bişkînin û dê nikaribin jî.”

Derbarê referandûmê jî, Serok Barzanî wiha got: “Me gelek hewl da ku Bexda me wek şirîk qebûl bike, lê roj bi roj diyar bû ku ne tenê şirîkatî, lê belê ew me wek welatî nabînin. Me ji wan re got em dixwazin Iraqeke nû ava bikin, ku federal û demokrat be. Eger em nikarin bibin şirîk bila em hizir bikin ku çawa em bibin 2 cîranên baş, bi aştî û bi xweşî. Lê kerb û kîna ku di dilê hinek kesan de bû li Bexdayê hişt ku dijayetiya referandûmê bikin. Herwiha eger ne ji xiyaneta 16ê Cotmeha par ba, dê rewş niha ne wisa ba.”

Serok Barzanî ragihand: “Di destûrê Iraqê de jî hatiye, eger destûr neyê cîbicîkirin, yekîtiya axa Iraqê namîne, lewma ji mafê me bû ku em referandûmê bikin. Serxwebûna gelê Kurdistanê mafekî sirûştî ye û Xwedê ew maf daye me. Lê deselat û hikûmet hêza wan ji ya me zêdetir bû karîbûn wî mafê me zefit bikin. Mafê serxwebûnê ne di destê wan de ye ku bidin me, mafek e ku Xwedê daye me. Miletê me ne ji îro de xebatê ji bo serxwebûnê dike, bi sedên salan têkoşînê ji bo wê mafê dike. Beriya 100 salî Şêx Ebdulselamî Barzanî dixwest biçe Brîtanya û daxwaza serxwebûna Kurdistanê bike. Serxwebûna Kurdistanê ne tiştekî nû ye ku me ji ber xwe derxistibe. Daxwaza me ya serxwebûnê ji encama ked û xebata bi sedên salan e.”

Serok Barzanî wiha domand: “Eger ew hizir bikin ku mafê me yê serxwebûnê tune ye, bila zanibin ew hizra wan şaş e. Eger hizir bikin ku emê ji vê daxwazê poşman bibin, ew hizra wan xeyal û xewn e. Me negotiye roja piştî referandûmê emê serxwebûnê rabighînin, em her dibêjin ku em dixwazin bi xweşî û bê şer û tundî bighên serxwebûnê. Serkeftina referandumê ew bû ku % 93ê xelkê Kurdistanê dengê xwe dan serxwebûnê. Şaş e eger em bêjin dewlet nehatiye ragihandin û referandûm biser neket. Lê pirsgirêk li cem Bexda ye ku kerb û kîna xwe derxistin û referandûm kirin hêncet û ji bo enfal û kîmyabaranê dûbare bikin, lê Pêşmergeyên qehreman dîsa piştrast kirin ku ew nahêlin Kurdistan bikeve bin destê dagîrkeran. Proseya serxwebûnê bi referandumê destpê kir û dûr û dirêj e. Ez nizanim ezê serxwebûnê bibînim yan na, lê serxwebûn dê her pêk were. Em lezê nakin ji bo serxwebûnê. Niha 3 mercên me ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê hene, eger hemû aliyan dît Iraqeke rêkûpêk çênabe, emê vegerin daxwaza %93ê ji xelkê Kurdistanê. Ew hersê mercên me jî şirîkatiyeke rast di deselat de, tifaq di parlamentoya Iraqê de û hevsengî di dezgehên dewletê de.”

Serok Barzanî wiha got: “Niha pêwendiyên me ligel Bexdayê baş bûne û têkeliyên me ligel welatên navçeyê û ligel welatên derve jî baş bûne. Ligel aliyên navxwe jî em dixwazin em hemû pêkve kar bikin. Di hilbijartinên Iraqê de, hin aliyan xwe amade kiribûn ku nemana PDKê bibînin lê tevî ku nêzîkî 4- 6 kursiyên me dizînin, dîsa jî PDK partiya yekem bû li Iraqê. Piştrast bû ku çiqasî PDK bihêz be Kurdistanî jî hiqasî bihêz e. Ez li gel Brett McGurk civiyame, lê ewa ku tê gotin derbarê paşxistina hilbijartinan esl û esasê wê nîne û ji rastiyê dûr e.”