Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encûmena Komîyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê dibêje, ji ber 2 sedeman em nikarin hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li dervey welat bikin, ji ber nebûna pere û budce û ji ber tomara nû ya kesê ku karin dengê xwe bidin.
Biryar e 20ê Îlona îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve biçin û komîsyona hilbijartinan xwe jê re amade dike da ku ew prose di dema xwe de birêve biçe.
Dr. Cotyar Adil Endamê Encûmena Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand: “Em berdewam in li ser amadekariyên xwe û biryar e hilbijartin di dema xwe de birêve biçin.”
Adil wiha got: “Ji ber 2 sedeman ev hilbijartin li dervey welat birêve naçin, ew jî nebûna budce û pereyên pêwîst ji bo amadekariyan û ji ber nebûna tomara nû ya derngderan, ku hejmara rast a xelkê Kurdistanê yên li derve di destê me de tune ye.”