Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Rojnameyeke Siûdiyê lêborînê ji Serok Barzanî dixwaze

 

Hewlêr-KDP.info- Rojnameya “Alwatan” a Erebistana Siûdiyê daxwaza lêborînê ji Serok Mesûd Barzanî dike, ku berî çend rojan raporek li ser pere û serwetên çend serkirde û siyasetmedarên Iraqê belav kiribû û navê Serok Barzanî jî anîbû.

Rojnameya “Alwatan” pir daxwaza lêborînê kiriye û gotiye: “Rapora me nerast e û me ji çend aliyên necihê baweriyê wergirtiye, ku dema me ew rapor bi hazirî wergirt, navê serok û berpirsên Iraqê di wê raporê de bûn û navê Serok Barzanî jî di nav de bû.”

 

Alwatan li ser nivîsandina navê Serok Barzanî di nava raporê de daxwaza lêborînê dike û dibêje: “Cihê ku me ew rapor jê wergirtiye, pişta xwe bi belge û bi tiştî rast girê nedaye û rapor pir kêmasî ye, yan jî dibe ku ew rapor bi armanc hatibû nivîsandin. Lewma jî em daxwaza lêborînê ji dewletmedar birêz Mesûd Mistefa Barzanî Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin li ser wê şaşîtiya ku bêguman bêqest me belav kiribû û emê lêkolînê li ser çavkaniyê bikin.”