Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Senatoya Amerîka projeya alîkariya Pêşmerge erê kir

 

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Pîran a Amerîka (Senato) budceya leşkerî ya welatê xwe pesed kir, ku tê de 290 milyon dolar ji bo Hêzên Pêşmerge heye.

Roja Çarşemê budceya Amerîka bo sala 2019 ku 716 milyar dolar e, bi piraniya dengan hat pejirandin û bo Koşka Spî hat şandin ji bo ku Serokê Amerîka Donald Trump erê bike.

Li ser daxwaza çend kongrêsmanên Amerîkî navê Pêşmerge di wê projeyasaya budce de hatiye û hatiye diyarkirin ku alîkariyên Amerîka ji bo Pêşmerge çend be.

Li gorî wê projeyasayê 850 milyon dolar ji bo Iraqê û di nav de 290 milyon dolar bo Hêzên Pêşmerge hatiye diyarkirin.

Di budceya leşkerî ya sala 2017ê Amerîka 415 milyon dolar bo Hêzên Pêşmerge diyar kiribû, ew pere jî rasterast ji Herêma Kurdistanê re dihat şandin. Heriwha di budceya leşkerî ya sala 2018ê de Amerîka 365 milyon dolarên din ji bo Pêşmerge diyar kiriye.