Dihok-KDP.info- Pisporekî karûbarê Êzdiyan rexneyê li welatên cîhanê dike ku li hemberî pêkhateyan û bi taybetî jî li hemberî Êzdiyan xemsar bûne û kes li wan xwedî derneketiye.
4 sal bi ser karesata Şingalê re derbas dibin, ku terorîstên DAIŞê êrîş kirin ser Êzdiyan û zêdetirî 6 hezar kes revandin û 360 hezar kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn û 100 hezar jî koçberî derve bûne û herwiha zêdetirî 1200 kes jî hatin kuştin.
Pisporê Karûbarê Êzdiyan Cegerxwîn Sêvo ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha welatên cîhanê tenê bi dilê xwe ligel Êzdiyan e û heta niha ti welatekî alîkariya wan nekiriye. Tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariya Êzdiyan dike. Hikûmeta Kurdistanê alîkariya avedankirina navçeyên Êzdiyan dike û herwiha alêkariya azadkirina kesên revandî dike.”
Sêvo wiha got: “Welatên cîhanê dibêjin em piştevaniya pêkhateyên olî dikin, lê qet alîkariya wan nakin.”