Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kompanî û şirketên mezin ên cîhanê berê xwe didin Kurdistanê..Aboriya Kurdistanê baş dibe

 

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişê ji bo Karkûbarê Enerjiyê li Herêma Kurdistanê Dr. Bêwar Xinsê dibêje, êdî careke din kompanî û şirketên mezin ên cîhanê ji bo veberhênanê di warê petrolê de berê xwe didin Herêma Kurdistanê, ew ji ber aramiya li Herêma Kurdistanê û ji ber bilindbûna nirxê petrolê di bazarên cîhanê de.

Ji ber şerê DAIŞê beşek ji şirketên petrolê karê xwe li Kurdistanê rawestandibûn, lê niha careke din şirket û kompaniyên mezin ên cîhanê berê xwe didin Kurdistanê.

Dr. Bêwar Xinsê ji malpera KDP.info re ragihand: “Şirketên mezin ên cîhanê ku di warê pertolê de kar dikin berdewam diçin wan cihan ku xwedî petroleke zêde ne û cihekî aram in. Herwiha ji ber bilindbûna buhayê petrolê bûye sedem ku şirketên petrolê car din berê xwe bidin Kurdistanê.”

Xinsê wiha got: “Hikûmeta Kurdistanê çend bilokên petrolê ragihand ji bo ku şirket bên û tê de kar bikin, niha çend şirketên mezin hatine û dixwazin tê de kar bikin, mîna Rûs Neft, ku dixwaze di 5 cihan de kar bike. Destpêka sala bê dê ew şirket dest bi veberhênanê bikin û Herêma Kurdistanê çiqasî bixwaze dikare petrolê bişîne derve.”

Şêwirmendê Encûmena Asayişê ji bo Karkûbarê Enerjiyê li Herêma Kurdistanê wiha domand: “Pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku rojane 2 milyon bermîl petrol bişîne derve û bifroşe, lê ji ber şer ew yek pêk nehat. Niha careke din rewş baş bûye û hikûmet hewl dide asta petrola ku dişîne derve zêde bike. Eger Herêma Kurdistanê zêdetir petrol şand derve dê rewşa aborî ya Kurdistanê pir baş bibe û ev kirîza niha namîne, lewma amaje hene ku nêzîk dê aboriya Kurdistanê baş bibe.”