Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

ENKS: Rêjîmê Rojava radestî PYDê kir û niha jî dê vegerîne

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Kamîran Haco dibêje, rêjîma Sûriyê deverên Kurdan yên Sûriyê dabû PYDê niha jî jê distîne.

Kamîran Haco li ser danûstandinên di navbera rêjîma Sûriyê û PYDê de ji televîzyona K24 re gotiye: “Rêjîm û PYD ji roja yekem ve bi hev re ne, rêjîmê deverên Kurdan radestî PYDê kir û niha jî dibêje wan deveran vegerîne.”

Haco herwiha gotiye: “Ma hêja bû ku ewqas qurbanî bê dayînn û piştre PYD careke din rêjîmê bîne wan deveran, careke din PYD çewsandinê li ser hêzên welatparêz û netewperwer wek me bike.”

Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKSê daye xuyakirin ku PYD amade ye bê şert û merc danûstandinê bi rêjîma Sûriyê re bike, lê bi ENKS re bi dehan merc daniye

 

`