Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Polîtbûroya PDKê lîsta kandîdan amade dike..Êzdî û Feylê tê de hene

 

cXesro Goran Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê ji malpera KDP.info re behsa amadekariyên partiya xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand: “Ji roja Şemiyê ve û heta niha em li ser asta Polîtbûroya PDKê kar dikin ji bo amadekirina kandîdên PDKê.”

Goran wiha got: “Ji ber wê yekê Polîtbûroya PDKê ligel Encûmenên Parêzgehan ên PDKê li parêzgehan û ligel şaxên PDKê kar dike ji bo amadekirina lîsta kandîdên baş ji bo hilbijartinan, ku em dixwazin navê 100 kandîd amade bikin û roja 25ê vê mehê emê navên kandîdên xwe radestî komîsyonê bikin.”

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Lîsta PDKê dê gelek rengên cuda tê de hebin. %30 jê dê jin bin. Dê ji hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê kandîd tê de hebin, wek mînak gelek welatiyên Kerkûkê li Herêma Kurdistanê dijîn û ew jî dikarin xwe kandîd bikin. Kandîdên me yên Êzdî û Feylî hene.”