Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Kerkûk- Heşda Şeibî ji aliyekî û DAIŞ ji aliyê din ve gefan li Kurdên Kakeyî dikin

Hewlêr-KDP.info- Kurdên Kakeyî di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de bûne qurbanî, ku herdû alî gefan li wan dikin. Bi roj Heşda Şeibî bi zorê wan çekdar dike û bi şev jî DAIŞ êrîş dike ser wan, ew jî ji tirsa dixwazin ji mal û gundên xwe bar bikin.

Kurdên Kakeyî li navçeyên Kurdistanî yên ku ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve hatine dagîrkirin, ji aliyekî ve ji ber ku kakeyî ne ji aliyê olî ve qurbaniyan didin û ji aliyekî din ve ji ber ku Kurd in dibin qurbanî. Piştî dagîrkirina Kerkûkê û derxistina navçeyên wan ji destê Pêşmerge, Kurdên Kakeyî tên revandin û kuştin.

Çalakvanê Medenî yê Kakeyî Celîl Kakeyî derbarê wan binpêkirinên ku li dijî wan tê kirin, ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdên Kakeyî dikevin sînorê derdora Kerkûkê, mixabin piştî bûyerên xiyaneta Kerkûkê û dagîrkirina Kerkûkê û çûna Pêşmerge ji navçeyên me, Kakeyî bûne armanca Hikûmeta Iraqê û terorîstên DAIŞê, ji ber ku DAIŞ dîsa dest bi karê xwe kiriye û tevgera wan li sînorên gundên Kakeyîyan e. Ji aliyekî din ve jî Heşda Şeibî û polîsên Iraqêgefan li Kakeyîyan dikin û zilmê li wan dikin. Em bûne qurbanî destê herdû aliyan.”

Wî çalakvanê Kakeyî wiha got: “Di dema dawî de, ji ber ku tevger û çalakiyên DAIŞê li sînorên Kerkûkê zêde bûye û hêzên Iraqê nikarin bergiriyê bikin, êdî Kurdên Kakeyî ji gundên nahyeya Daqîq bar dikin, ew jî mîna gundên Zenqir û Ebû Mihemed û Ereb Koyî û Topzawe û çend gundên din. Piştî dagîrkirina Kerkûkê nêzîkî 300 malbatên Kakeyî koçber bibûm bo Herêma Kurdistanê û niha jî hejmareke din ji wan koçberî nava Kerkûkê bûne, ji ber ku DAIŞê gefeke mezin li wan kiriye. Herwiha Ereb gefan li Kurdan dikin ji bo ku ji mal û gundê xwe bar bikin û Ereb li şûna wan bicîh bibin.”